• Sunday, 16 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li gel Parêzgarê Besreyê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Parêzgarê Besreyê civiya

dibêje lazime fêde ji ezmûna Kurdistanê were wergirtin.
 

Behsa derfetên hêlbirîna kerta taybet û giştî hate kirin.

Îro Seorkê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Besreyê Esed Eydanî kir.

Di civînê de ku Parlementerê parlementoya Îraqê Aras Hebîb Kerîm jî têde beşdar bû her du alî behsa rewşa siyasiya Besre û parêzgehên din yên başûrê Îraqê di warê avedan kirinê de kirin û balkêşandine ser hewldanên heyî yên bo afirandina derfetan bo zêdetir kirina hêlbirîna kerta taybet û kerta giştî.

Di vê mijarê de mînaka serkeftî ya kerta taybet yaku li herêma Kurdistanê de ketiye berçav hate nirxandin û her du alî li ser vê yekê hem fikir bûn ku Îraq bo handanê pêdiviya xwe bi zagon û sîstemeke baş ya bankdariyê heye.

Parêzgarê Besreyî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku lazime Besre û parêzgehên din yên Îraqê fêde ji ezmûna Kurdistanê werbigirin.

Top