• Sunday, 30 June 2024
logo

Amerîkayê bi rêya Istixbarata Danmarkê sîxuriya Merkel kiriye

Amerîkayê bi rêya Istixbarata Danmarkê sîxuriya Merkel kiriye

Welatên Ewropayê daxwaza zelalkirinê ji Danmark û Amerîkayê dikin li ser wan raportên ku têde tên gotin, Saziya Istixbarata Berevaniyê ya Danmarkê alîkariya Ajansa Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê (NSA) kiriye bo sîxurîkirin li ser siyasetvanên Ewropî û ji wan jî Angela Merkel Şêwirmenda Almanyayê.

Ev sîxurî di navbera salên 2012ê heta 2014ê de hatiye kirin, ku Edward Snowden karmendê berê yê NSA di sala 2013ê bo cara yekem ew yek eşkere kiriye.

Eger ev rapor bê piştrastkirin, dibe ku ji niha pê ve welatên Yekîtiya Ewropa bi çavê gumanê serederiyê li gel hev bikin, herwiha ew eger jî heye ku welatên Ewropayê cezayên tund bi ser Danmarkê de bisepînin.

Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê: “Ez hatime piştrast kirin li ser wê rastiyê ku Danmark , hikûmeta Danmark û herwiha wezîrê berevaniyê jî zêde bi zelalî raya xwe li ser vî mijarî gotine. Derbarê vî mijarî de ez sedemeke baş dibînim, ne tenê bo zelalbûna rastiyan, belku avakirina peywendiyan li ser binemayê baweriyê.”

Li gor raporta televizyona DR a Danmarkê sîxurî li ser Fransayê û welatên din ên Ewropayê jî hatiye kirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî daxwaza zelalkirinê dike.

Emmanuel Macron ragihandiye: “Ez tenê dixwazim bibêjim ku ev di navbera hevpeymanan de nayê qebûlkirin. Di navbera hevpeymanan û hevbeşên Ewropî de her nayê qebûlkirin. Ez tekeziyê li ser wî pirê peywendiyan di navbera Ewropî û Amerîkaiyan de dikim. Tiştên zêde hene bo ewlekariya xwe ya hevbeş bikin. Nabe ku cihê gumanê di navbera me de hebe.”

Wezîrê Berevaniyê yê Danmarkê jî heta niha tenê ew gotiye, “sîxurkirin di navbera hevpeymanên nêzîk de nayê qebûlkirin.”

Eger hat û Danmarkê gumanan ji nav nebirin, dibe ku rûbirûyî cezayên tund bibe.

Swêd jî bûye armanca sîxuriyeke din. Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê dibêje, eger Istixbaratê Danmarkê sîxurî li ser wan kiribe, hemû bijarde li ser maseyê ne.

Peter Holtcvist, Wezîrê Berevaniya Swêdê ragihand: “Dema me zanyarî wergirtin, me mijar liber çav wergirt, û me peywendî bi wezîrê berevaniyê yê Danmarkyê re kir. Siwêdê dilgiraniya xwe beramberî çend mijaran anî ziman, îca çi bikarhatina sîstem û platforma Danmarkyê bo sîxurkirinê li ser siyasetvan û berpirsên Siwêdê yan li ser her welatekî din be. Min daxwaz kir zanyariyan li ser vî mijarî bidin min, ku peywendî bi kompanya û berjewendî û xelkê Siwêdê ve hebe. Ez dixwazim zanyariyên temam bigihên min, û hemû bijarde jî li ser maseyê ne.”

Li gor raporta televizyona DR a Danmarkê, destê Joe Biden bi kûrahî di vê sîxurkirinê de hebûye, ku wê demê cîgirê serokê Amerîkayê bû.

Di 2015an de jî WikiLeaks raportek weke ya niha belav kir, ku Istixbaratê Amerîkayê ji 2012ê heta 2013ê sîxurî li ser 70 milyon peywendiyên telefonî yên Fransayê kiriye, di nav wan de gotûbêjên Françoice Holland serokê berê yê welat, Civata Ewlekariyê ya Niştîmanî wê demê belav kiriye, ku Washington hevawayê her welatekî din, zanyariyên istixbasratî kom dike, lê daxuyaniyên berpirsên payebilind ên Amerîkayê yên wê demê nerimtir bûn.

Serokê wê demê yê Amerîkayê, Barak Obama di daxuyaniyekê de gotiye, Washingtonê dest bi lêvegerê kiriye derbarê awayê komkirina zanyariyên istixbaratî de daku bikaribe dilgiraniyên rewa yên welatên hevpeyman nehêle.

Medyaya Danmarkê behsa wê yekê kiriye, Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê di rêya kabloya internetê re sîxurî li ser siyasetvanên pilebilind û berpirsên bilind ên Almanya, Swêd, Norwêj û Fransayê kiriye û ew welat niha daxwaza zelalkirinê dikin.

 

Rudaw

Top