• Wednesday, 17 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina YNKê de peyamek pîrozbahiyê belav kir

Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina YNKê de peyamek pîrozbahiyê belav kir

 Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser tora xwe ya civakî salvegera damezrandina YNKê pîroz kir.

Îro 01.06.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî twitterê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir û ragehand: ‘’Pîrozbahiya salvegera damezrandina YNKê li hemû wan xebatkar û tekoşeran dikim ku di nav rêzên YNKê de ne û ji bo mafên gelê me berdewam di nav xebatê de bûne.’’

Barzanî got: Hêvîdarim YNK wek aliyekî serekî û hevpeymanê hikûmetê berdewambe di piştevaniya karnameya me ya hevbeş bo zêdekirina xizmeta ji gelê me re.

Top