• Sunday, 16 June 2024
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Yunanê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Yunanê kir

Ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera Tirkiyê û Yunanê de û ji bo çareserkirina nakokiyên taybet bi sînorên avê û pirsgirêkên li rojhilatê Deryaya Spî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Yunanê kir,

Yekemîn wêstgeha serdana Çavuşoglu li Yunanê, navçeya Trakiya bû li bakurê rojavayê Yunanê ku cihekî Misilmannişîn e û li gel kesayetiyên olî yên Misilman ên wê deverê civiya.

Yunan bi fermî qebûl dike ku piraniya xelkên wê navçeyê Misilmanin, lê Tirkiye wan weke tirkên li nav Yunanê bi nav dike.

Biryar e Çavuşoglu roja Duşemê 31ê Gulanê bigihe Atîna ya paytexta Yunanê û li gel Wezîrê Derve yê Yunanê Nikos Dendias bicive.

Berî ku ber bi Atînayê ve biçe, Çavuşoglu di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihand: “Îşev ez ber bi Asînayê ve bi rê dikevim. Ezê bi awayekî ne fermî li gel Nikos Dendias li ser şîvê bicivim, û em dê axaftinê bikin. Lê sibeha roja sibe, ez dê bi fermî serdana Serokwezîr û Dendias bikim, di axaftinên xwe de ez dê behsa mafên kemîneya Tirk li rojavayê Terakiyayê bikim.”

Nîsana borî Wezîrê Derve yê Yunanê serdana Enqerê kiribû, jibo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu welatan de, lê di konfransa rojnamevanî ya piştî civîna li gel Çavuşoglu de, herdû wezîran bi zimanekî tund û hişk êrîş kirin ser hev.

Ji bilî pirsgirêkên herdû aliyan li rojhilatê Deryaya Spî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê di vê serdanê de dixwaze pirsa Misilmanên Yunanê jî bike tewerekî din ê vê serdanê.

 

Rudaw

Top