• Sunday, 19 May 2024
logo

‘Êrişa li ser Hewlêrê bi dronên Îranê hat kirin’

‘Êrişa li ser Hewlêrê bi dronên Îranê hat kirin’

Li gor encamên destpêkê êrîşa vê dawiyê ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi dronên Îranî bûye. Bikaranîna wan core dronan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve li Iraqê bûye nîgeraniyeke sereke ya berpirsên Amerîkayê.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî ragihand, li gorî encamên destpêkê, ew êrîşa ku ji aliyê grûpên çekdar yên nêzîkî Îranê li ser Balafirxaneya Hewlêrê hatibû kirin, bi balafirên bêpîlot yên Îranî bûye.

Washington Post diyar dike, êrîş bi dronên biçûk hatiye kirin û bi nizmî firîne daku sîstema berevaniya esmanî ya Amerîka nekare bi awayekî berdewam çavdêriyê bike û rê lê bigre.

Di meha Nîsana îsal de, êrîşek li ser balafirxaneya Hewlêrê hate kirin, berpirsên Amerîkî dibêjin, armanca wê êrîşê navendeke taybet a Îstîxbareta Amerîkayê (CIA) bûye.

Li gor zanyariyan, hêzên Amerîkayê  destpêkê ji dûrahiya nêzikî 17 kîlometre haya wan ji hatina firokeyê bûye û piştî ku ew dron hate nav rêya asmanî ya firokeyên sivîl û ji ber asta nizm a firînê ji sîstema çavdêrî ya Amerîkayê winda bûye û paşê êriş kiriye.

Di nûçeya rojnameya navborî de hatiye tekezkirin ku lêkolînên destpêkê yên Amerîkayê li ser paşmayên drone nîşan didin ku ew droneke Îranê bûye.

Berpirsên Amerîkayê, ji wan Hevahengkarê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, Brett McGurk pêşniyaza bersivdana Îranê daye Serokê Amerîkayê Joe Biden, lê Biden ew pêşnyaz red kiriye.

Meha Nîsana îsal û piştî êrişê, grûpa çekdar a bi navê Seraya Ewlîya el-Dem, berpirsyariya wê êrişê li xwe girtibû û gotibûn, êrişa wan binkeyeke MOSSADê LI Hewlêrê kiriye armanc, lê li gor Washington Postê êrişê navendeke taybet a CIAyê li balafirxaneyê kir armanc.

Rudaw

Top