• Sunday, 16 June 2024
logo

Firînên navbera Îran û Kurdistanê destpê dikin

Firînên navbera Îran û Kurdistanê destpê dikin

daxwaz hatiye kirin ku her du roj carek firîn hebe.
 

Beriya niha jiber Koronayê hatibûn ragirtin.

Berpirsê têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê Ebdulah Akreyî ragihand ku vê di demeke nêz de firînên asmanî yên di navbera Kurdistanê û Îranê de dîsa destpê bikin.

Ebdulah Akreyî diyar kiriye, firînên asmanî yên di navbera Kurdistan û Îranê de beriya niha ji ber Koronayê hatibûn ragirtin û niha piştî hewldanên berfire û bi mebesta zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her du aliyan de, biryar hatiye dayîn daku firînên han destpê bikin.

Akreyî diyar kiriye ku her hefte du firîn hebin li her du balefirxaneyên Hewlêr û Silêmanî û daxwaz hatiye kirin ku her du roj carek firîn hebe û heftane firîngeke taybet jî ji Hewlêrê bo Urmiyeyê hebe.

 

Top