• Sunday, 30 June 2024
logo

Fazil Mîranî: PDK serbilinde ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkaniye qaçaxe!

Fazil Mîranî: PDK serbilinde ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkaniye qaçaxe!

 Sekreterê polîtburoya PDKê teqez kir ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din ji ber pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkaniye qaçaxe û bi vê jî serbilinde.

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, derbarê helbijartinên pêşwext ên Iraqê de ragehand, hemû amadekarî kirine bo helbijartinên Iraqê û ji bo navçeyên Kurdistanî jî got: ‘’PDK serbilinde ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê qaçaxe û hemû hewldanekê jî emê bidin bo bi serbilindî wegerin wan navçeyan.’’

Piştî daxistina deriyên xwe namzed nîşandan kesayet, partî û hevpeymaniyan, êdî aliyên siyasî şerê man û nemanê dikin ku dengên bêhtir ji dengdaran bidestbixin. Her ji naha de piraniya aliyên siyasî bi nerasterast destpê kiirn ku bo komkirina dengan û bangeşeya helbijartinê dikin. Di helbijartinên pêşwexte yên parlamentoya Iraqê de 25 milyon û 139 hezar û 375 kes xwedî maf in ku deng bidin. 267 partiyên siyasî rikberiyê dikin û 42 hevpeyman li gel 3 hezar û 500 namzedên helbijartinê ve bangeşe destpê kirine, ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê, ku biryare roja 10.10.2021ê de pêkbên.

Basnews

Top