• Saturday, 18 May 2024
logo

​​​​​​​Edhem Barzanî: Kurdistan li ber pêla dagirkeriyê ye, divê em bi hev re pêşî lê bigirin

​​​​​​​Edhem Barzanî: Kurdistan li ber pêla dagirkeriyê ye, divê em bi hev re pêşî lê bigirin

dibêje lazime em yekgirtî bin û pêşiya dagîrkeriyê bigirin.
Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî, diyar kir ku dewleta Tirk heta niha 40 kîlo metre derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye û got, dewleta Tirk cihê ku dagir dike, jê dernakeve. Barzanî da zaîn ku dem hatiye tev bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekinin.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Kurdistan, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Edhem Barzanî di nameya xwe de got ku Kurdistan ketiye ber pêlek din a dagirkeriya artêşa Tirk û wêrankirina xwezayê.

Barzanî got; “Wekî ku em hemû jê agahdar in di dema derbasbûyî de coxrafiya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînana xoşewîst bi taybet ketiye ber pêleke dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye jêr şertên zehmet û ne yasayî a dagirkeriya leşkerî."

Di dewama nameyê de tê gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar bûne ji cih û warên xwe koçber bibin.

Di derbarê wêrankariya dewleta Tirk ku li xwezaya Kurdistanê dike jî Barzanî got; “Bi behaneyên xweparstinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek netewî ya Kurdan e û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cîhanê ye, bi awayekî sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talan kirin."

Edhem Barzanî ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê ev bang kir; “Bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû di nava hewldanan de bin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên du alî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digrin, da ku bikarin zextê bikin û sînorek li pêş sînorê bezandin û dagirkeriyê bigrin."

Di beşek din a nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir û wiha got; “Li gorî ezmûna borî ya dewleta Tirk, her coxrafiyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re bê dudilî vê li vê zengê bixin û gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navnetewî bigrin ber û helwesta xwe ve bi rê kevin."

Top