• Friday, 26 April 2024
logo

Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Hîlwanê yê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di navbera du malbatan de şerê çekdarî çêbû û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyên xswecihî, li Taxa Faik a ser bi bajarokê Hîlwanê ji ber sedemeke nediyar gengeşe di navbera du malbatan de çêbûye.

herwiha piştî aloziyan di navbera malbatan de şerê çekdarî derket û di encam de 2 kesên bi navê M.O û A.O canê xwe ji dest didin û 5 kesên din jî birîndar dibin.

Li gor agahiyan, kesên birîndar bo nexweşxanê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.

Piştî bûyerê parêzgerê Rihayê Abdullah Erîn li nexweşxaneyê bi malbata ku xizmên xwe wenda kirine, hedîtinek pêk anî.

 

Rudaw

Top