Li Duhokê di bûyerekî hatûçûnê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Berpirsê ragehandina rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê ji BasNewsê re ragehand, duh sê kes bi bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.
Berpirsê ragehandina rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Azad Taha ji BasNewsê re ragehand, di encama bûyerên hatûçûnê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Bûyerek nêzîk Aşewa pêkhat û geştyarekî jiyana xwe ji dest da, ku ew kes ereb bû û xelkê Bexdayê bû. Herwaha li devera Şêxan û Elqûş jî du kesan jiyana xwe ji dest dan, ew jî Pêşmerge bûn, dema diçûn bo wergirtina mûçeyê xwe rastî bûyerekî hatûçûnê hatin û mixabin jiyana xwe ji dest dan.’’
Herwaha got ‘’Ew kesên duh di bûyerên hatûçûnê de birîndar bûne jî 3 kes jiwan xelkê parêzgeha Duhokê ne, 4 kesên din jî xelkê Bexdayê ne û ji bo geştkirinê hatine parêzgeha Duhokê.’’
Basnews