• Saturday, 04 May 2024
logo

Cenazeyê pêşmergeyekî li Şingalê hat dîtin

Cenazeyê pêşmergeyekî li Şingalê hat dîtin

Li Şingalê cenazeyê pêşmergeyekî hat dîtin ku ev du meh bûn bêserûşûn bû.

Îro li nêzikî gundê Duhola yê li bakurê çiyayê Şingalê,  cenazeyê pêşmergeyekî Kurdê Êzidî hat dîtin ku ev du meh bûn bêserûşûn bû.

Cenazeyê pêşmergeyî bi navê Muhsîn Îsa Murad ê 28 salî ji aliyê polîsê Iraqê ve hat dîtin.

Birayê wî pêşmergeyî, Dawid Îsa, ji Rûdawê re ragihand ku cenazeyê birayê wî ji bo Dada Pizîşkî ya Mûsilê hatiye veguhastin û ew çûne wê derê û nas kirine.

Li gor gotina birayê wî, şûna gulleyan li ser bedena Muhsîn hebûn, lewma bi gotina wî “bi gulleyan hatiye kuştin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew pêşmerge ku ev 2 meh bûn bêserûşûn bû, zewicî bû û du zarokên wî hene.

Her li gor zanyariyên Rûdawê Muhsîn Îsa Murad ê 28 xelkê komelgeha Guhbel e ku ser bajarokê Sinûnê ve ye li bakurê çiyayê Şingalê.

 

Rudaw

Top