• Sunday, 16 June 2024
logo

Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Selahedîn Demîrtaş

Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Selahedîn Demîrtaş

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş ji ber doza ku bi tohmeta "armanckirina karmendên dewletê yên di têkoşîna dijî terorê de erkdar in" dihat darizandin, 2 sal û 6 meh cezayê zindanîkirinê lê hat birîn.

Dadgeha 25emîn a Cezayê Giran a Enqerê bi tohmeta ku dema Yuksel Kocaman serdozgerê komarî yê Enqerê bû, "karmendê dewletê yê li dijî terorê têkoşînê dike, armanc kiriye" cezayê zindanîkirinê da Selahedîn Demirtaş.

Selahedîn Demirtaş li girtîgehê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî rûniştinê bû û parêzerên Yuksel Kocaman jî li dadgehê amade bûn.

Demirtaş doza ku derbarê wî de hatiye vekirin red kir û ragihand ku ev doz siyasî ye.

Parêzerên Selahedîn Demirtaş jî destnîşan kirin ku di gotinên Demirtaş de delîlên sûcê tune ye û daxwaza azadkirina wî kirin.

Dadgeha 25emîn a Cezayê Giran a Enqerê derbarê Demirtaş de bi tohmeta "armanckirina karmendên dewletê yên di têkoşîna dijî terorê de erkdar in", biryara 2 sal û 6 meh cezayê zindanîkirinê da.

 

Basnews

Top