• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Berlînê Werzê Kulturê Kurdî birêve diçe

Gulan Media October 24, 2015 Hunerî
Li Berlînê Werzê Kulturê Kurdî birêve diçe

Di salona parlementoya herêma Berlînê ( Abgeortnetenhaus ) de Werzê Kulturê Kurdî destpêkir. Di roja yekê de bi amadebuna xwediyê dezgaya Çavdêr û Berpirsê Polîbîroya YNKê Mela Bextiyar, herwisa bi beşdarî hejmareke rewşenbîr, nûnerên saziyan û polîtîkvanê Kurd û Alman.

Destpêkê de siyasetmedarê Kurd û parlementerê berê yê Berlînê Giyasetîn Sayan peyvek pêşkêşkir û diyar kir ku dezgayê Çavdêr wê du rojan werzê xwe li Berlînê dombike û hin kesayetî û rewşenbîran xelat bike, ji wan jî dostên gelê kurd û nivîskar, helbestvan û rexnegirê meznê Alman Volker Braun bi medaliya zêrîn.

Parlementar Hakan Taş sernavê partiya xwe Parta Çep a Alman kurte peyvek xwend, tê de behsa hin serbor û pêkhat û destkeftên kurdan di dîrokê de kir.

Taş behsa şoreşên Mehmud Berzincî, Şêxê Pîran, Qazî Mihemed, mala Bedirxaniyan, Mela Mustefa Barzanî serhildan û şoreşên Barzan, xebat û berxwedana Kurdên rojhilat ta serdema îro destkeftên Başûr, Bakûr û Rojava kir û hewiha hesa berxedana Pêşmerge û Şervanan ya li jî rêxistina DAIŞ’ê kir û gor ku bi navê cîhanê vî şerî dikin.

Di dawiyê de Hakan Taş piştevaniya partiya bo berdewam alîkarî kirin û dostaniya gelê Kurd dubare kir û daxwaz ji hikûmeta federal jî kir Kurdan bi tenê ne hêlin.

Piştre Mela Bextiyar di peyvekî despasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir bo wan piştevanî û alîkariyan, di gotinên xwe de da diyar kirin ku Kurd spasdarên Almanya jibo çek û alîkariya penaberan tenê nînin, belku di biwarên wêjeyî û kulturî jî spasdarên rewşenbîr, hebestvan û mediyakarên Almanin ku ew jî bi başî li kêleka gelên Kurdistanê rawesiyane.

Volker Braunê nivîskar, helbestvan û rexnegirê Alman peyveke kurt û parçe helbestek pêşkêşkir, behsa dostaniya xwe û gelê Kurd kir, û behsa dîrokê jî kir da diyar kirin ku ev serdeme dema çêbû ya welatekî serbixwe ye bo kurdan.

Volker Braun li 01.11.2014an de du parçe helbest liser Kobanê nivîsandibûn ku têde dibêje wê Kobanê nekeve û jinên şervan qaremanin, ew helbeste xwendin.

Di dawiyê de Volker Braun ji aliyê Mela Bextiyar bi medaliya zêrî hat xelat kirin jibo wan helwîstên wî û wan helbest û rexneyên wî.

Îro jî li salona GBD li Keithstr roja duyê ya Werzê Kulturê Kurdî berdewame, çend panêl hatine birêvebirin liser rewş û jiyana jinan li Kurdistanê, pêkve jiyan û hebûna olan.

Niha jî wê panêleke taybet ser rewşa Media yê û serbora rojnamevanan birêve biçe, peyamnêrê ajansa me Armanc Agîd Nêrweyî liser navê BasNews panêlê beşdar û birêve bibe ligel peyamnêrê Kurdistan Tv Xalid Elî Binavî, Yeko Ardil ji Yenî Ozgur Polîtîka, Yado Ciwan rêdaktorê govara Şemamokê û Şehab Usman ji PUK Media û rojnama Kurdistanî nwê.

Basnews
Top