• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Silêmaniyê ciwanekî bavê xwe kuşt

Li Silêmaniyê ciwanekî bavê xwe kuşt

 Îro li taxa Kanîbay a bajarê Silêmaniyê ciwanekî bavê xwe bi 3 guleyan kuşt û derbarê bûyerê de polîs hin zanyarî aşkera kirin.

Rêveberê navena hewarçûna 122 Saman Nadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 28.05.2021ê li taxa Kanîbay a bajarê Silêmaniyê zilamekî 65 salî yê bi navî X.F ji aliyê kurê xwe ve bi sê guleyan hate kuştin.’’

Herwaha got, tîmên navenda hewarçûnê piştî geheştin cîhê bûyerê termê wî şandin bijîşkê dadî yê Silêmaniyê.

Berpirsê ragehandin û peyvendiyên polîsê parêzgeha Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ciwanekî 28 salî bi sê guleyan bavê xwe kuşt û naha derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin û hêzên polîs li dû kujer digerin.’’

Basnews

Top