• Friday, 27 September 2024
logo

Yekîtiya Ewropa 26 milyon euro alîkarî dide Rojava

Yekîtiya Ewropa 26 milyon euro alîkarî dide Rojava

Yekîtiya Ewropayê biryar daye, ku alîkariya darayî bide navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de û di wê çarçoveyê de dê alîkariyeke 26 milyon euro bide wê navçeyê.

Li gor nûçeyeke The Brussels Times, Komîsyona Ewropî plan dike ku alîkariya mirovî ji Bakurê Rojhilatê Sûriyê re veqetîne ku ji hêla Rêveberiya Xweser a ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, tê kontrolkirin.

Komîsyona Ewropayê roja Çarşemê 26ê Gulana 2021 piştrast kir, ku ji 130 milyon Euro alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê di sala 2021an de, rêjeya %20 ji wan alîkariyan ji bo navçeyên di jêr kontrola Kurdan û Rêveberiya Xweser de veqetîne.

Lê belê Komîsyona Ewropayê diyar nekiriye, ku dê bi çi awayî û bi kîjan rêyî wan alîkariyên bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

Dîplomatekî Yekîtiya Ewropayê ji Brussels Times re gotiye, deriyê sînorî yê Til Koçer (El Yarobiye) li ser sînorê Iraq-Sûriyê hêj girtî ye û tenê deriyên sînorî yên di jêr kontrola Tirkiyê ve vekirî ne.

Herwiha Komîsyona Ewropayê biryar daye, ku 1.5 milyon Euro ji alîkariyên xwe yên îsal ên bo Sûriyê, ji bo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 bide Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO), ku tenê dê li deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de were bikaranîn.

Komîsyonê red kir ku zelal bike ka kengî û çawa arîkariya mirovî ya plankirî tê xwestin ku bigihîje navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, lê mikur hat ku WHO û saziyên din ên Neteweyên Yekbûyî ji bo şandina dermanan û kelûpelên taybet bi COVID-19 ji Şamê ve bo herêmê rastî astengiyên dijwar hatine.

Bi biryara Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî ku di Çileya 2020an de hat dayîn, alîkariyên miorvî yên bo Sûriyê tenê dikare bi riya deriyên sînorî yên li ser sînorê Tirkiyê bê şandin. Deriyên sînorî yên li ser sînorên Sûriye yên bi Iraq û Urdinê re hatin girtin.

Girtina deriyê sînorî yê Til Koçer (Al Yaroubiya) bandoreke mezin li Sîstema Tendirustiyê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye, nemaze ji ber ku kapasîteya lojîstîkî ya Rêxistinên Ne-Hikûmî yên Navneteweyî kêm e û nikare zincîra dabînkirina WHO tezmînat bike.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Ebdulkerîm Omer ji Middle East Diplomatic re ragihandiye: “Alîkariya Neteweyên Yekbûyî, heta alîkariyên ji bo BRS/Rojava jî hatine veqetandin, bi riya hikumeta Şamê digihîje Sûriyê.”

Ebdulkerîm Omer destnîşan kiriye: “Rejim biryar dide ku dê çi ji 5 milyon nifûsa me re were şandin. Bi rastî, em wiya wernagirin. Ew yek arîkariya ji bo têkoşîna li dijî COVID û peydakirina derziyan jî li xwe digire.”

Çavkaniyekê di Komîsyonê de ji The Brusseles Times re gotiye, ku hemû “fonên mirovî yên YE li ser bingeha pêdiviyan û li gora prensîbên mirovahî yên mirovatî, bêalîbûn û serxwebûnê, wek ku di qanûnên YE û navneteweyî de hatine bicîhkirin.” Alîkarî bi hevkariya saziyên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl re tê şandin.

 Rudaw

Top