• Monday, 13 May 2024
logo

Serkirdeyekî Gorran: Em li ser ne zelalbûna dahata deriyên sînorî yên Silêmaniyê nîgeran in

Serkirdeyekî Gorran: Em li ser ne zelalbûna dahata deriyên sînorî yên Silêmaniyê nîgeran in

Endamekî civata giştî ya Gorranê ragihand, dahata “Devera Kesk” ne zelal e û ew ji vê yekê nîgeran in.

Endamê civata giştî ya Gorranê, Siyamend ELî Mehmûd ji BasNewsê re got, mixabin li Herêma Kurdistanê hîn jî du îdareyî heye, ev jî dibe sebeb di gelek waran de şefafîyet û zelalbûn nebe.

Siyamend Elî Mehmûd her wiha got, yek ji wan mijarên ku her dem şêlî û ne zelal e, dahat e. Genedelî heye bi taybet li deriyên sînorî gendeliyek mezin tê kirin. Helbet em ji vê yekê nîgeran in û me gelek caran jî aniye ziman.

Wî serkirdeyê Gorran anî ziman jî, ewê bi fermî YNKê hişyar bikin û got, rast e posta parêzgariya Silêmaniyê pişka Gorran e lê haya parêzgar ji gelek tiştan nîne, çimkî qaçaxçîtî heye. Divê pêşiya vê yekê were girtin.

Li ser tifaqa YNK û Gorranê bo hilbijartinên Iraqê jî wî serkirdeyê Gorran got, mixabin ew rêkeftin baş nehat nirxandin lê êdî tişta ku bûye, bûye û nabe mirov zêde li dû here.

Bi gotina wî serkirdeyê Gorran, gelek endam û alîgirên Gorran ji ber wê rêkeftinê ji Gorranê aciz bûne û tirsa wê heye deng nedin Gorranê, ev jî dibe sebeb ku Gorran zerermend be.

 

Basnews

Top