• Thursday, 16 May 2024
logo

Amerîka piştîvaniya Mistefa Kazimî dike

Amerîka piştîvaniya Mistefa Kazimî dike

duhê heşda şebî navçeya kesik bo demekê dagîr kiribû.
 

Duhê li Bexdayê rewş gelek aloz bû.

Piştî ku duhê ji ber girtina Fermandarekî heşda şebî ji aliyê hêzeke ser bi Serokatiya civata wezîran ve, çekdarên heşda şebî, êrîşî ser navçeya kesik ya li Bexdayê kirin û rewşa Bexdayê gelek aloz bû.

Îro jî pêncşem civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê peyamek weşandiye.

Di peyama han de civata ewlekariya Amerîkayê nivîsandiye: Amerîka bi her awayî bo dabîn kirina serweriya qanûnê li Îraqê piştîvaniya Mistefa Kazimî dike.

Di peyamê de herwiha hatiye nivîsandin ku Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Serokwezîr Mistefa Kazimî bo rê xweş kirin bo hilbijartinên azad û darizandina kesên ku êrîşî ser çalakvanan dikin.

Top