• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Îmaratî civiyan

Serok Barzanî li gel şandeke Îmaratî civiyan

Serok Barzanî spasiya rayedarên Îmaratê dike.

Behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera her du aliyan kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Elzahêrî û şandeke heyva sor ya Îmaratê bi Serokatiya Sekreterê heyva sor ya Îmaratê Dr, Mihemed Elfelahî kir.
Di civînê de şanda mêwan spasiya xelkê Kurdistanê kir ku demeke dirêje deriyên xwe bo hijmareke zêde aware û penaber vekirine. Şanda mêwan herwiha rêzdariya xwe jî ya li hember xebat û têkoşîna Serok Barzanî ya bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyan û însan dostî diyar kir.
Şanda mêwan herwiha diyar kir ku, rixmî hebûna kêşe û arîşeyên mezin lê herêma Kurdistanê di warê jêrxan û geşe kirinê de pêngavên gelek girîng avêtiye.
Di berdewamiya civînê de şanda Îmaratî bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên înasnî û xêrxwazî li Îraq û Kurdistanê bo Serok Barzanî kir.
Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî spasiya kar û çalakiyên însanî yên heyva sor ya Îmratî kir û Îmarat bi dosteke nêz ya gelê Kurdistanê wesif kir.
Serok Barzanî herwiha spasiya hevkariyên Îmaratê kir ku, bo bicîh kirin û hevandina ev hijmara zêde ya aware û penaberan pêşkêşî Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî rêzdariya xwe ya bo Cîhnişînê Ebû Zebû Şêx Mihemed Bin Ziyad û Serkrideyên din yên Îmaratê hebû, ku di pêşxistina welatê xwe û bihêztir kirina têkiliyên navbera Îmarat, Kurdistan û Îraqê de roleke girîng lîstine.

Top