• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwzîrê Kurdistanê li gel balyozê Almanyayê civiya

Serokwzîrê Kurdistanê li gel balyozê Almanyayê civiya

Serokwezîr spasiya Almanyayê dike.
Behsa çend mijaran kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Almanyayê yê li Bexdayê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro çarşem 26ê Gulana 2021an me pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Îraqê Ole Diehl kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana herêma Kurdistanê kiribû.

Di civînê de ku Konsulusê Almanayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî têde beşdar bû, me spasiya balyozê Almanyayê kir bo erk û xizmet û hewlên wî yên bo pere pêdana têkiliyên navbera Îraq, herêma Kurdistanê û Almanyayê û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Almanayê tekez li ser berdewamiya piştgîrî û hevkariyên Almanyayê yên bo herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên pêşmerge kir bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê.

Reformên hikûmeta Kurdistanê, girîngî dan bi normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê û çalak kirina navendên hemahengiya ewlekarî ya hevbeş û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê çend mijarên din yên civînê bûn.

 

Top