• Sunday, 28 July 2024
logo

MALVA, hunermendê navdarê kurd koça dawî kir

Gulan Media October 19, 2015 Hunerî
MALVA, hunermendê navdarê kurd koça dawî kir
Hunermendê nîgarkêş ê Rojavayê Kurdistanê yê naskirî bi Malva, di temenê 64 saliyê de û ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke bajarê Viyenna ya Nemsayê koça dawî kir.

Piştî şerrekî dijwar û dirêj ligel nexweşiya penceşêrê, hunermendê navdar ê kurd Omer Hemdî naskirî bi MALVA duh saet 18:15 jiyana xwe ji dest da û bi yekcarî xatir ji dunyayê xwast.

Omer Hemdî kurdê Rojavayê Kurdistanê bû û li welatê Nemsayê akincî bû.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Remezan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Mixabin nûçeya koça dawî ya Malva rast e û êvariya îro malvayî li jiyanê kiriye.”

Derbarê bi ax spartina Malva de jî, Mistefa Remezan got: “Em dê di dema xwe de wê yekê rabigihînin.”

Rûdaw pêwendî bi hevjîna Malva kir, lê wê bersiva pêwendiyê neda.

Di nav welatên erebî de, ji ber nêzîkbûna wî ji malbata Esed, Malva wek hunrmendekî nîgarkêş ê sûrî tê anskirin.

Tabloyên Omer Hemdî (Malva) ji giringtirîn û nadartirîn galerî û molên cîhanê her ji Parîs, NewYorkm Shicago, Los Angles, Berlîn, Viyenna, Roma û Mîlano bigre heya Moskow, Warso û welatên erebî hatine danîn û tabloyên wî bi sedan hezar dolar hatine firotin.

Malva bi yek ji damezrênerên mekteb ‘Derbirînê’ tê naskirin û her ji ber jî berhemên wî li cihên herî giring tên parastin.

Malva herwiha çend nivîsîn derbarê rexneya hunerî de hene û hewla nivîsandina helbestan jî daye.

Berhemên wî yên nîgarkêşiyê li gellek cihan bûne mijarên tezên doktorayê û xwandina bilind di warê hunerê de. Malva endamê çendîn komele û sendîkayên hunera nîgarkêşiyê li Sûriyeyê û cîhanê bûye.

Piştî ku dema 15 salan bû ew neçûbû Sûriyeyê, Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyeyê xelata Bexşînê (El-Eta) pêşkêşî Malva kir.

Omer Hemdî (Malva) Kî ye?

Omer Hemdî di sala 1951an de li gundê Til Nayif a ser bi parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye û ji destpêka zaroaktiyê ve ji nîgarkêşiyê hez kiriye.

Piştî xwandina nîgarkêşiyê di sala 1970an de wek mamostayê huner li Sûriyeyê kar dike. Zêdetirî 7 salan, di salên navbera 1971 heya 1978an de li bajarê Şam a paytextê Sûriyeyê karê grafîk û nîgarkêşiyê ji rojnameyên Sûriyeyê re kiriye.

Sala 1978an bi çîrokeke trajedîk, wek xwe behsa wê dike, ji Sûriyeyê diçe Lubnanê û ji wir jî ew û hevjîna wî diçin Nemsayê û li wî welatî akincî dibin.

Di jiyana xwe de 3 caran zewac kiriye. Ji hevjîna xwe ya yeekm 3 zarok (2 keç û kurek) û ji hevjîna duyem 2 keç hene û ji hevjîna xwe ya dawiyê jî ti zarok nîne.

Omer Hemdî naskirî bi Malva, ku navê gulekê wek îmzaya xwe li ser karên xwe yên hunerî û tabloyên xwe hildibjêre, piştî ku li cîhanê navdar dibe û bazareke baş ji berhemên wî re çê dibe, careke din bi nave xwe yê rast îmzayê li ser tabloyên xwe dike.

Rudaw
Top