• Monday, 17 June 2024
logo

Qaymeqamê Batîfa: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê xelk bi şev gundê xwe vala dikin

Qaymeqamê Batîfa: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê xelk bi şev gundê xwe vala dikin

Qaymeqamê nahiya Batîfa ya bajarê Zaxo ragihand, xelkê hindek gundên wê deverê ji ber şerê PKK û Tirkiyê bi şevê gundê xwe vala dikin.

Qaymeqamê nahiya Batîfa ya Zaxo, Ferhad Mehmûd ji BasNewsê re got, çend topên artêşa Tirkiyê li nav gundên Bankê û Nizûrê û hindek deverên din yên nahiya Batîfa ketin û topbaran heta niha jî didome. Ev yek bûye sebeba tirsandina xelkê.

Ferhad Mehmûd her wiha got, xelkê beşek ji gundên Batîfa bi şev gundê xwe vala dikin û bi roj dîsa vedigerin.

Bi gotina qaymeqamê Batîfa, ji ber topbaranê ziyanek mezin gihîştiye zevî û baxên xelkê. Çend gund vala bûne û gundê Banka Serî jî ber bi valabûnê ve diçe.

 Basnews

Top