• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka û çar welatên ewropî li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê derketin

Amerîka û çar welatên ewropî li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê derketin

Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya, di daxuyaniyeke hevbeş de hilbijartinên serokatiya Sûriyê şermezar kirin û  ragihandin, ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê “ne paqij in û ne jî azad”, û tekez kirin, ku divê hilbijartinên azad û paqij di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û li gorî pîvanên navdewletî bêne encamdan.

Beriya destpêkirina proseya dengdanê di hilbijartinên Serokatiya Sûriyê de, Wezîrên Derve yên Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya, roja Sêşemê 25ê Gulanê derbarê wan hilbijartinan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û lidarxistina wan hilbijartinan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve red kirin û diyar kirin, ew biryara rejêma Sûriyê bi encamdana hilbijartinan, li derveyî biryara 2254 ya encûmena asayîşa Navdewletî şermezar dikin.

Di daxuyaniya hevbeş a wezaretên derve yên her pênc welatan de hatiye gotin: “Em, wezaretên derve yên Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîka dixwazin zelal bikin ku hilbijartinên serokatiyê yên 26ê Gulanê ne azad dibe ne jî paqij. Em biryara rejîma Esed bo lidarxistina hilbijartinan li derveyî çarçoveya projebiryara 2254 a Netewên Yekbûyî şermezar dikin û piştgirî li dengê tevahiya sûriyan dikin, di nav de jî rêxistinên civaka sivîl û opozisyona Sûriyê ku proseya hilbijartinan bi ne qanûnî bi nav kirine û şermezar kirine.”

Amerîka û her çar welatên ewropî yên hevpeymanên wê tekez jî kirine, ku “pêwîst e li gor projebiryarê, hilbijartinên azad û dadperwerane di jêr çavdêriya Netewên yekbûyî de û li gor pîvanên herî standard ên navdewletî yên zelalbûnê û berpirsyariyê bên lidarxistin.”

Di daxuyaniya wan welatan de behsa wê yekê jî hatiye kirin; “Ji bo ku her hilbijartinek cihê baweriyê be, pêwîst e rê bi hemû welatiyên Sûriyê bê dayîn ku di jîngeheke parastî û bê alî de tê de beşdar bibin, ji wan jî koçber û penaber û ewên ku li diyasporayê ne.”

Wezaretên derve yên her pênc welatan dibêjin, ew hilbijartinên sexte, ti pêşketinekê ji bo rêkeftina siyasî pêk nahînin.

Wezîrên Derve yên Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin, ku “vê hewla rêjîma Sûriyê ji bo bidestanîna rewatiyê red bikin”, çimku bi gotina wan, hikûmeta Sûriyê dawî li binpêkariyên li dijî mafên mirovan neaniye û beşdariyeke wisa di hewlên Netewên Yekbûyî de ji bo bidawîkirina qeyrana li wî welatî jî nekiriye.

Di dawiya wê daxuyaniya hevbeş de, wezaretên derve yên wan pênc welatan dibêjin: “Em piştevaniya xwe ya bihêz bo Şanderê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Sûriyê dubare dikin, bo dîtina rêkeftineke siyasî li ser bingeha projebiryara 2254 a Netewên Yekbûyî ku berevaniyê li refahiyeta bê û mafê tevahiya sûriyan dike, di nav de jî mafê dengdanê di hilbijartineke azad û dadmend de.”

Îro ji demjimê 7:00 sibehê ve proseya dengdanê di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de, li zêdetirî 12 hezar navendên hilbijartinê li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de destpê kir.

Tevî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, du berbijêrên din bi navê Mehmûd Merhî û Ebdullah Selûm Ebdullah rikeberiyê li ser bidestxistina posta Serokkomariya Sûriyê dikin.

Berpirsên HSDê û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ku ew rê bi lidarxistina wan hilbijartinan li navçeyên di jêr desthilata xwe de nadin. Her di wê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser duh bi biryarekê tevahiya sînorên xwe yên li gel hikûmeta Sûriyê girtin.

Tevahiya hêzên Kurdî û ji wan jî ENKS, PYNK û MSD ragihandine, ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê “ne qanûnî û ne rewa” ne û ew beşdariyê têde nakin.

Herwiha hilbijartin li navçeyên di jêr kontrola opozisyona Sûriyê, Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de jî nayê sazkirin. Li navçeya Tenef jî ku di kontrola hêzên Amerîkayê de ye, hilbijartin birêve naçe.

 

Rudaw

Top