Li Bexdayê du Xwepîşander hatin kuştin
17 ji birîndaran endamên hêzên ewlekarî ne.
Duhê li Bexdayê xwepîşandaneke mezin hatibû organîzekirin.
Duhê li Bexdayê xwepîşandaneke mezin bo girtin û darizandina kesên ku êrîşî ser çalakvanan dikin hate organîzekirin.
Dema ku xwepîşandan ber bi dawiyê ve diçû alozî çê bûn û di navbera hêzên ewlekarî û Xwepîşanderan de pevçûn çê bû.
Di encama pevçûnên han de li gor çapemeniya Îraqê herî kêm 2 Xwepîşander canê xwe ji dest dane û 26 kes jî ku 17 ji wan endamên hêzên ewlekarîne birîndar bûne.