• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dijîterora YNKê pêşmergeyê Rojhilatî revandiye û bavê wî jî tehdîd kiriye!

Dijîterora YNKê pêşmergeyê Rojhilatî revandiye û bavê wî jî tehdîd kiriye!

Hêza dijîterora YNKê ku di destê Lahûr Cengî de ye, pêşmergeyekî Rojhilatî revandiye û bavê wî jî tehdîd dike.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ev hefteyek e ti agahiyek li ser rewşa pêşmergeyê Rojhilatî Simko Benefşî, ku ji aliyê dijîterora YNKê ve hatiye revandin, nîne. Bavê wî jî hatiye tehdîdkirin û jê re hatiye gotin ku eger xêra kurê xwe dixwaze bila ti daxuyaniyekê nede dezgehên medyayî.

Endamê komîteya navendî ya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê (Komele) û berpirsê komîsyona pêşmergeyên wê partiyê, Ebdullah Azerbar ji BasNewsê re got, 10 roj berê haya me ji rewşa tenduristiya Simko Benefşî hebû lê ev çend roj in em nizanin di çi rewşekê de ye.

Ebdullah Azerbar her wiha got, em zêde agahdarî dosyeya wî nînin lê tê gotin ku heta niha jî di bin lêpirsînê de ye. Em hêvîdar in di demek kurt de ev dosye yekalî bibe.

Wî serkirdeyê Komele da zanîn jî, ji bavê wî pêşmergeyê Rojhilatî re hatiye gotin ku nedibû wê meseleyê deşîfre bikî û navê kurê xwe xira bikî, çimkî îhtimal heye bê guneh be.

Simko Benefşî roja 13 Nîsana îsal û bi tohmeta casûstiyê, ji aliyê dijîterora YNKê ve hatibû revandin.

Beriya niha çavdêrê siyasî Sûre Mergeyî ji BasNewsê re gotibû, tirsa wê heye YNK wî pêşmergeyî jî mîna girtiyê kurd Mistefa Selîmî teslîmî Îranê bike.

 

Basnews

Top