• Sunday, 30 June 2024
logo

Îran amade ye vîzayê li ser welatiyên Iraqî û Herêma Kurdistanê rake lê bi şertekî!

Îran amade ye vîzayê li ser welatiyên Iraqî û Herêma Kurdistanê rake lê bi şertekî!

Berpirsekî Îranê dibêje, her gava Iraq vîzayê li ser geştiyar û bazirganên Îranî rake ewê jî vîzayê li ser Iraqiyan rakin.

Alîkarekî wezîrê derve yê Îranê bi navê Seyîd Resûl Muhacir duhî li Bexdayê bi komek bazirgan û sermiyandarên Îranî û Iraqî re civiya.

Di civînê de wî berpirsê Îranî got, em hez dikin vîzayê li ser Iraqiyên ku dixwazin serdana Îranê bikin, rakin lê şertekî me heye.

Li ser wê şertê jî wî berpirsî got, her gava Iraq vîzayê li ser Îraniyan rake emê jî vîzayê li ser Iraqiyan rakin. Em niha li benda bersiva Iraqê ne.

 

Basnews

Top