Gundekî din yê Duhokê ji ber şerê PKK û Tirkiyê hat valakirin
![Gundekî din yê Duhokê ji ber şerê PKK û Tirkiyê hat valakirin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20210525145830_original_20.webp )
Ji ber şerê PKK û Tirkiyê û bordûmana firokeyên şer, gundekî din yê Duhokê hat valakirin.
Qaymeqamê bajarokê Amêdiyê, Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re got, ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundê Eredinê yê nahiya Kanî Masê ya Amêdiyê hat valakirin.
Îsmaîl Mistefa her wiha got, ev sêyemîn gund e ku di heyama çend rojên borî de ji ber şerê PKK û Tirkiyê tê valakirin. Beriya niha gundê Kêste jî hatibû valakirin.
Li gorî agahiyên qaymeqamê Amêdiyê, ji duhî de şerekî giran li Eredinê derketiye û firokeyên şer jî bordûman dikin. Ziyanek mezin gihîştiye deverê.
Basnews