• Thursday, 25 April 2024
logo

'Bîreweriyên Min' a Musa Anter bo ser Kurdiya Soranî hat wergerandin

'Bîreweriyên Min' a Musa Anter bo ser Kurdiya Soranî hat wergerandin

Bîreweriyên nivîskarê navdarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Musa Anter li Başûrê Kurdistanê bo ser zaravê Soranî yê zimanê Kurdî hat wergêrandin.

Wergêr û rojnamevan Mihemed Izeddîn ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, karê wergêrana wî pirtûka Musa Anter kiriye. Mihemed Izeddîn ji Rûdawê re ragihand: “Min pirtûka ‘Bîreweriyên Min’ a nivîskarê navdarê Kurd û xelkê Bakurê Kurdistanê, Musa Anter ji zaimanê Tirkî ve bo ser zimanê Kurdî werger kir û bi rêya Weşanxaneya Fam di Pêşangeha Pirtûkan a Festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê tê belavkirin.”

Mihemed Izeddîn got, herwiha roja Şemiya bê 29ê Gulanê li Hewlêrê di merasimekê de ev pirtûk tê nasandin.

Izeddîn got: “Ev pirtûk, komek ji bîreweriyên Musa Anter in, li gel hejmarek kesayetiyan, ên weke Şêx Seîdê Kurdî, Îsmaîl Beşîkçî, Ebdulrehman Qasimlo, Kameran Bedirxan, Cegerxwîn, Yaşar Kemal, Azîz Nesîn, dayika Abdullah Ocalan, Madam Mitterand, Yilmaz Gunay û Nûrî Seîd Paşa. Helbet li gor corê jiyan û çalakiyên serdema xwe, mijarên wê yên cuda jî her derbarê Kurdistan û Tirkiyê de bûne. Tevî van tiştan, nivîskar behsa çendîn bûyer û serpêhatiyên li pişt perdê, şoreşên Dêrsim û Başûrê Kurdistanê û Komara Kurdistanê (li Mihabad), Şêx Seîdê Pîran, Mele Mistefa Barzanî, Seyid Riza û reftarên destpêkê yên dema damezrandina komara Tirkiyê û Ataturk li hember Kurdên li Bakurê Kurdistanê dike.”

Pirtûk ji 620 rûpelan pêk tê û bi zimanê Tirkî çar caran hatiye çapkirin. Pêşekiya pirtûkê di wergêrana Kurdî de jî ji aliyê Îslamîl Beşîkçî û Sînem Celadet Bedirxan ve hatiye nivîsîn.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd, Musa Anter sala 1920an li gundê Zivîngê yê nêzîk li Nisêbînê ji dayik bûye, xwendina xwe ya dibistan û lîseyê li Nisêbîn û Edenê bi dawî kiriye û paşê li Zanîngeha Stenbolê beşa qanûnê xwendiye.

Musa Anter her kji destpêka ciwantiya xwe ve tevlî karê siyasî, rewşenbîr bû. Anter roja 20ê Îlona 1992an di 72 saliya xwe de li bajarê Amedê ji aliyê hin çekdarên nenas ve hat kuştin.

Nivîskarê navdarê Tirk, Yaşar Kemal derbarê Musa Anter de dibêje: “Min ti kurdek nedît bi qasî Musa Anter aram û li ser xwe be, lewma nikarim dewleta bikujê wî efû bikim.”

 

Rudaw

Top