• Thursday, 18 July 2024
logo

WHO spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

WHO spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) yê li Iraqê Ehmed Zuweytin pesnê hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û diyar kir: “Ez dixwazim spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêmê û welatiyên Kurdistanê bikim ji ber hevahengiya wan a ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) di vê rewşa dijwar de.”

Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) yê li Iraqê Ehmed Zuweytin civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Ehmed Zuweytin diyar kir: “Hevahengiyeke me ya bihêz ligel Wezareta Tendirustiyê û Hikûmeta Herêmê hebû, destpêkê ji bo têkoşîna li hember vê vîrusê û pişkinînên ji bo destnîşankirina pêketiyan û di rojên pêş de jî ev hevahengiya navbera me dê zêdetir bibe.”

Zuweytin diyar dike ku ew ji bo dabînkirina vaksîna Koronayê bo welatiyên Herêma Kurdistanê dixebitin.

Herwiha destnîşan kir ku rewşa tendirustiyê ber bi başbûnê ve diçe, lê ev nayê wê wateyê ku ji vîrusa Koronayê rizgar dibin.

K24

Top