• Friday, 17 May 2024
logo

Wezîrê Derve yê Sûriyê daxwazek ji HSDê kir

Wezîrê Derve yê Sûriyê daxwazek ji HSDê kir

Wezîrê Derve yê Sûriyê, Fêysel Miqdad ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)  xwest ku rê bide hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de bên lidarxistin û xelk biçe ser sindûqan ji bo hilbijartina serokomarê Sûriyê.

Fêysel Miqdad rexne li qedexekirina lidarxistina hilbijartinan li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di kontrola Rêveberiya Xweser de girt û ragihand, wê yekê îsbat kir ku ew girêdayî Amerîkayê û hêzên biyanî ne.

Miqdad bang li rayedarên HSDê kir û ragihand, eger xwe Sûrî dibînin û navê demokrat li xwe kirine, divê rê bidin ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên di jêr desthilata wan de jî bê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê roja Yekşemê 23ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de li Şamê ew daxwaza xwe ya ji HSDê aniye ziman û gotiye: “Eger navê hêzên demokratî û Sûrî li xwe dikin, ji wan tê xwestin asankariyê bikin û ew bi xwe jî deng bidin, lê ev îsbat dike ku ew girêdayî aliyê biyanî ne, girêdayî Amerîka ne û asankariyê ji bo dizîna samanên Sûrî dikin û asankariya dujminkariya Amerîkî li ser Sûriyê dikin.

Eger ew bi rastî Sûrî ne, divê ew pabendî lidarxistina van hilbijartinan bi azadî û demkokrasiyê ji bo welatiyên Sûrî yên wan navçeyan bin.”

Biryar e roja 26ê Gulanê wate sibê hilbijartinên serokatiya Sûriyê bê lidarxistin û tevî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, du berbijêrên din bi navê Mehmûd Merhî û Ebdullah Selûm Ebdullah rikeberiyê li ser bidestxistina posta Serokkomariya Sûriyê dikin.

Berpirsên HSDê û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ku ew beşdarî di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de nakin û rê bi lidarxistina wan hilbijartinan li navçeyên di jêr desthilata xwe de jî nadin.

Her di wê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser duh bi biryarekê tevahiya sînorên xwe yên li gel hikûmeta Sûriyê girtin.

Roja Pêncşemê 20ê Gulanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derveyî welat hatibû pêkanîn û doh Wezîrê Derve yê wî welatî Fêysel Miqdad, encamên hilbijartinan yên li derveyî welat radestî komîteya dadwerî ya bilind kir.

Li gorî ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê, Wezîrê Derve, bi beşdariya Wezîrê Dadê, encamên hilbijartinan radestî komîteya dadwerî ya bilind kirine daku bên hejmartin û cudakirin.

Di merasima radestkirina encaman de, Fêysel Miqdad ragihand ku rêjeya dengdanê li derve pir bilind bû, tevî ku hinek aliyan xwestin rê li ber dengdanê bigirin.

Li balyozxaneyên Sûriyê yên li derve 46 sindoqên dengdanê hatibûn danîn û roja 20ê vê meha Gulanê Sûriyên li derve dengê xwe dan.

 

Rudaw

Top