• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Fransî civiya

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Fransî civiya

Çend parlementerên Fransî jî dinava şandê dene.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Fransî bi Serokatiya Seroka komîsyona berevaniya nîştimanî û leşkerî ya parlementoya Frnaseyê Francuiz Domas kir.

Di civînê deku çend parlementerên Fransî, balyozê vê welatî yê li Bexdayê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê têde beşdar bûn, giftûgo li ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û Kurdistanê û têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê de hate kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser kiriyarên terorîstî yên DIŞIê, rola hevpeymaniya cîhanî û hêzên Fransî ya bo piştîvaniya artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge, hate kirin û her du alî li ser vê yekê ku hîn jî DIŞI metirsiyeke rastîne bo ser ewlekariya deverê û ji nav birina hertimî ya DIŞIê hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku hîn jî Kurdistan û Îraq bo rûbirû bûna DIŞIê pêdiviya wan bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî heye.

Pêşde birina têkilî û hemahengiya navbera Kurdistan û Îraqê li gel Franseyê, têkiliyên Îraq û Kurdistanê li gel welatên cîran û hilbijartinên pêş yên Îraqê mijarên din yên vê civînê bûn.

Di beşeke din ya civîna han de behsa çareser kirina kêşeyên taybet bi deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, mekanîzma hevkarî û hevbeşiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li wan deveran û rewşa Sûriyeyê jî hatin nirxandin.

 

Top