• Monday, 13 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê bi hejmarek ciwanên xwedî kar re civiya

Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê bi hejmarek ciwanên xwedî kar re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê de li gel hejmarek ciwanên xwedî kar kom bû û guhdarî daxwaz û armancên wan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Twittera li ser wan ciwanên xwedî kar nivîsand û got ku peyama wî ji wan re ew e, bila her tim xewnên wan ên mezin hebin û kêfxweşiya xwe bi projeyên wan ên nû nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 23.5.2021ê serdana bajarê Silêmanî kir û li wir kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî.

Ew proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bazarkirina genimê cotyaran û dabînkirina asayişa xwarekê ye.

K24

Top