• Sunday, 16 June 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 747 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 747 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 211 kes li Hewlêrê, 351 kes li Silêmaniyê, 98 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 776 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

 

K24

Top