• Thursday, 16 January 2025
logo

MSD: Em beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin

MSD: Em beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin

Encumena Sûriya Demokratîk MSDê dibêje ku ew ne aliyek in di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de, ji ber ku ev hilbijartin maf, armanc û hebûna wan a siyasî cîbecî nake.

MSDê îro 24ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Tevî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re dan û standinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re bigire.

Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254`an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikumeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe.”

Her di wê daxuyaniyê de MSD tekez dike ku ew başdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin û diyar kir, helwesta wan zelal e ku nabe hilbijartin li Sûriyê were kirin, bê ku çareseriyeke siyayî li gor biryarên navdewletî ji Sûriyê re were kirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Wek MSD em tekez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”

Biryar e roja 26ê Gulanê wate du rojên din hilbijartinên serokatiya Sûriyê bê lidarxistin û tevî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, du berbijêrên din bi navê Mehmûd Rahî û Ebdullah Ebdullah rikeberiyê li ser bidestxistina posta Serokkomariya Sûriyê dikin.

Roja Pêncşemê 20ê Gulanê jî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derveyî welat hatibû pêkanîn û doh Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad, sindoqên dengdanê yên li derveyî welat radestî komîsyona hilbijartinan a welatê xwe kiribû.

 

Rudaw

Top