Berpirsekî PDKê: Tenê bi vegera Pêşmerge ewlehî vedigere Xaneqînê
Berpirsekî PDKê dibêje, rewşa deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Diyale ya Iraqê bi taybet jî rewşa Xaneqînê xirab e û tenê bi vegera Pêşmerge ew dever asûde dibe.
Cîgirê berpirsê liqa 15 ya PDKê li Xaneqînê, Ekber Heyder ji BasNewsê re got, piştî 16 Cotmeha 2017 rewşa deverên Kurdistanî bi taybet rewşa Xaneqînê û gund û nahiyên Xaneqênê xirab bûye û roj bi roj jî xirabtir dibe. Ji ber ku DAIŞ û neyarên kurdan roj bi roj li wir bihêztir dibin.
Ekber Heyder her wiha got, rewş gihîştiye wê astê ku kurdên xelkê nahiyên Gulale û Seidiye, koçber bûne û tenê çend malbatên kurd li wan deveran mane. Ji ber ku rastî êriş û zilmê tên û ewlehiya wan nîne.
Wî berpirsê PDKê anî ziman, mixabin hêzên ewlehiyê yên ku li deverê hene jî xemsar in. Ne xelkê Xaneqîn û deverê ne, ji ber wê jî zêde di xema xelkê de nînin. Eger DAIŞ li wan deveran komkujiyê jî bike hêzên ewlehiyê naçin hawara wan.
Ekber Heyder li ser xebatên hevbeş yên Pêşmerge û artêşa Iraqê jî got, em hêvîdar in pêkanîna odeya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bibe sebeba dabînkirina asayiş û aramiyê û ew valahiya ku li vir heye, nemîne. Baregehên me jî dîsa bidin me. Xelk tenê bi vegera Pêşmerge asûde dibe.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, eger rewşa deverê beriya hilbijartinan normal bibe wê çaxê kurd dê bikarin bi rengekî asûde dest bi xebatên hilbijartinan bikin.
Basnews