• Sunday, 24 November 2024
logo

Rewangeh: 4 emîrên DAIŞê li Serê Kaniyê ne

Rewangeh: 4 emîrên DAIŞê li Serê Kaniyê ne

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere dike, 4 emîrên DAIŞê li Serê Kaniyê di nava çekdarên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike de hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 emîrên DAIŞê yên ji regeza Sûrî û ji parêzgeha Heleb û Dêrazorê ne, li Serê Kaniyê cihê xwe di nava grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de girtine.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, di 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin û dagîr kirin, berî niha jî çendîn raportên medyayî jî destnîşan kirin ku çekdar û emîrên DAIŞê di nava wan grûpên çekdar de hene.

Di meha Cotmeha 2020an de jî dema Serokê Fransyê Ammanuel Macron daxuyanî li ser Mislimanan dabû û xwepêşandan li dijî wî derketibûn, çendîn wêne û girtevîdyoyên li Serê Kaniyê li tora civakî hatin belav kirin ku tê de çekdaran ala DAIŞê bilind kiribûn.

 

K24

Top