• Thursday, 18 July 2024
logo

Pêşmerge îro vedigere binkeyeke li Kerkûkê

Pêşmerge îro vedigere binkeyeke li Kerkûkê

Zêdebûna tevgerên DAIŞê li Navçeyên Kêşe li ser, Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê gihandine wê baweriyê, ku hevahengîkirina ligle Pêşmergeyan dibe rêyek be, ji bo bidawîanîn yan sînordarkirina tevgerên DAIŞê, li wan navçeyan.

Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, Tîrmeha 2020an, rêkkeftin ku çar navendan ava bikin, her yek ji wan navendan, 16 efserên Pêşmerge tê de hebin, li gel hejmarekê ji efserên Iraqî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê.

Lîwa Qareman Şêx Kemal, Cîgirê Serokerkan ji bo operasyonan li Wezareta Pêşmerge, ji Rûdawê re ragihand, “Îro Yekşeme, efserên Wezareta Pêşmerge li odeya hevahengiya hevbeş li Binkeya Serbazî ya K1 a Kerkûkê destbikar dibin. Heta dawiya vê heftiyê hemû odeyên hevahengiya hevbeş têne çalakirin.”

Piştî derbasbûna çar salan bi ser bûyerên 16yê Cotmeha 2017an de, heşt efserên Lîwaya Yek û Du ya Pêşmergeyan, bi nûnertiya Wezareta Pêşmerge, li serbazgeha K1 dest bi kar dikin.

Rêving Hirurî, Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê, “Wezareta Pêşmerge her tişt li cem xwe temam kiriye û navê wan efseran daye wan, taybet jî Kerkûk û Xaneqînê.”

Di civîneke ewlehî ya berfireh de, ku êvara Yekşemê 02/05/2021ê li Bexdayê, bi serperiştiya Mistefa Kazimî, fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û beşdariya şandeke Wezareta Pêşmerge, birêve çû, biryar hate dan, ku hevahengî û karê hevbeş di navbera Artêşê û Pêşmergeyan de, li navendên navbera wan aktîv bibin.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar dibêje: Di sê heftiyên bûrî de, di operasyonên li dijî DAIŞê de 20 terorîst hatine kuştin û 202 bombe yên çandî hatine pûçkirin.

Lîwa Yehya Resûl, Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar, diyar kir, “Ew navendên federalî ne, bi serkirdayetiya Artêşa Iraqê. Nûner û efserên hemû dezgehên ewlehî yên Iraqê li xwe digie, di nav an de jî, pasevanên Herêmê (Hêzên Pêşmerge), ku li jêr Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar kar dikin…. Erkên wan hevahengîkirin û çalakirina operasyonan e li dijî DAIŞê û danûstandina zanyariyên hewlagirî ji bo peyketina li pey wan çeteyan.”

Wezareta Pêşmerge û Wezaret Berevaniyê ya Iraqê li ser avakirina 4 odeyên operasyonên hevbeş li Diyale, Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û du odeyên din ên sereke li Hewlêr û Bexdayê rêk keftin.

Odeyên Bexda û Hewlêrê ji demekê ve vebûne. Heftiya borî jî, Navenda Hevahengiya Hevbeş a Diyaleyê hat vekirin û îro jî li Kerkûkê tê vekirin û biryar e rojên bê li Mûsil û Mexmûrê bên vekirin.

 

Rudaw

Top