• Monday, 20 May 2024
logo

Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan piştî gotinên mafyager Sedat Peker ên derbarê karsazên Kurd de peyamek belav kir û ragihand, “Bi salan e em dibêjin, Savaş Buldan (hevjînê Pervîn Buldan) û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.”

Mafyager Sedat Peker ku ev heyamek e bi îtîraf û gotinên xwe bûye rojeva Tirkiyê vîdyoyeke nû belav kir û di wê vîdyoyê de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd jî kir û amaje bi rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar û karmendê MITê yê berê Korkut Eken kir.

Piştî wê vîdyoyê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got ku hevjînê wê karsaz Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.

Pervîn Buldan nivîsand, “Bi salan e em dibêjin û niha jî dibêjin, Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatin kuştin.”

Pervîn Buldan amaje bi wê jî kir ku kesên Savaş Buldan û hevalên wî kuştin bi dadgehîkirinên nerasteqîn hatin azadkirin û got, “Niha em dîsa vegeriyan destpêkê û em dê hewl bidin ji bo dadgehîkirina wan.”

Karsazê Kurd Savaş Buldan ku xelkê Colemêrgê ye, 3ê Hezîrana 1994an piştî ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin, hat kuştin û heta niha jî bikujên wî nehatine diyarkirin.

Mafyager Sedat Peker di vîdyoya xwe de li ser bûyerên kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û karsazê Kurd Savaş Buldan behsa rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar kir û diyar kir ku Agar Mumcu kuşt û herwiha bi gotina wî peywendiyeke xurt a Agar li gel karsazên Kurd hebû û “ji hemûyan pere wergirtin.”

Sedat Peker her di wê vîdyoyê de, karsazên Kurd bazirganiya "maddeyên hişber" tometbar kirin û got ji bo ku Mehmet Agar ku bi gotina wî armanca Agar serokomarî bû, ji bo ku raboriya xwe ya “qirêj” paqij bike dest bi kuştina karsazên Kurd kir.

 

Rudaw

Top