• Saturday, 29 June 2024
logo

Parêzgarê Hewlêrê pêşwazî li wî polîsê tirafîkê kir

Parêzgarê Hewlêrê pêşwazî li wî polîsê tirafîkê kir

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêşwazî li wî polîsê tirafîkê kir ku ji aliyê jinekê ve rastî êriş û heqaretê hatibû.

Çend roj berê li Hewlêrê şofêreka jin, bi behaneya ku “bê sebeb” ew siza daye, êrişî li polîsekî tirafîkê kiribû û heqaret li wî kiribû.

Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw îro pêşwazî li wî polîsî kir û ew xelat kir.

Umêd Xoşnaw jê re got, te mînakeka hêja ya qanûn û rêzgirtinê nîşan da û erka xwe bi baştirîn şêwe bicîh anî.

Di dema pêşwazîkirina wî polîsê de, berpirsê tirafîka Hewlêrê, Dîdar Umer jî pê re bû.

 

Basnews

Top