• Sunday, 28 July 2024
logo

Daliya El-Behîrî: Pêwîstiya min bi mêr heye!

Gulan Media October 6, 2015 Hunerî
Daliya El-Behîrî: Pêwîstiya min bi mêr heye!
Xanima hunermanda Misirî Daliya El-Behîrî ragihand, ti jinek nikare bêyî mêr bijî, her çiqas jineke bihêz be jî. Daliya El-Behîrî herwiha dibêje: “Me jinan pêwîstî bi mêran heye da ku hest bi dilhêsayiyê bikin.”

Hunermaneda xelkê Misirê, Daliya El-Behîrî ji medyayên erebî re axivtiye û gotiye: “Ez xwe bi 9 zilaman naguherim, lê belê ew nayê wê wateyê ku min pêwîstî bi zilam nîne. Min pêwîstî bi hevjînekê heye da ku hest bi dilhêsayiyê bikim û em bikarin bi hev re keça min mezin bikin.

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Daliya El-Behîrî dibêje: “Min hewl daye him dayik bim û him jî bavk, lê belê ew jî (mebest ji keça wê ye) bi tenê ye û gellek caran daxwaza birayekê ji min dike. Hez dike birayekê wê hebe.”

Daliya El-Behîrî aktoreka navdar a misirî ye û di heyamên borî de ligel kesekî bi navê Ferîd Morşedî jiyana hevbeş pêk anî, lê belê piştî ku keça wan ji dayik bû, ji hev cuda bûn.

Rudaw
Top