Parlamenterekî PDKê: Ewên ku naxwazin destûra me hebe bahaneyên cuda cuda ve dijatiyê dikin
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê aşkera dike ku hin kes naxwazin herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr û berjewendiyên wan di wê yekê de ye ku girêdayî ti yasa û zagonekî nebin, ji ber wê jî bahaneyên cuda cuda ve dijatiyê dikin.
Ji dema mijara nivîsandina destûra herêma Kurdistanê careke din hatiye ber guftûgoyan hin deste û taxim û grubên siyasî bi rêya hejmarek parlamenter û bi nav nivîskar û rojnamevanan ve bahaneyên cuda cuda ve dijatiyê dikin.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Muhsîn Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Yek ji bernameyên PDKê jî li bangeşeya helbijartinê nivîsandina destûrê bû û xelkê Kurdistanê jî deng dayê û 45 kursî li Parlamentoya Kurdistanê bidest xist.’’
Herwaha got, herçend mafê PDKê heye û 45 kursiyên wê li Parlamentoyê hene jî, lê ‘’Bi zimanê piranîbûnê ve axaftin nekiriye û berdewam hewldaye pirdengî û yekhelwêstî hebe, ev jî nayê wê wateyê ku PDK ji bernameya xwe paşde gav avêtiye.’’
Herwaha teqez kir destûr vê demê de bo herêma Kurdistanê zerûriyeteke yasayî ye, lê hin ji wan aliyên ku naxwazin herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr bi bahaneyên cuda cuda ve dijatiyê dikin.
Hin ji çavdêr j dibêjin dijatiya destûra herêma Kurdistanê ji aliyê hin deste û taximên siyasî, bi wê armancê tê kirin ku li ser dizî û qaçaxçîtiya sînoran û birina dahata Silêmaniyê bi taybet jî xiyanet û kuştina xelkê berdewam bikin û pêbend nebin bi ti çarçoveyekî yasayî û destûrî ve tê kirin.
Rudaw