• Sunday, 30 June 2024
logo

PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand

PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand

Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşîn 6 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Medya fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ragihand  ku  hêzên wan di 21ê Gulanê de li devera Avaşîn li nav axa Herêma Kurdistanê  binkeyeke leşkerên artêşa Tirkiyê kiriye armanc û di encamê de 6 leşkerên Artêşa Tirkiyê kuştine.  

Hevdem Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de li ser medya civakî dîmenên destbiserdegirtina beşek ji çek û teqemeniya PKKê  li navçeya Metîna belavkiriye û di wê daxuyaniyê de amaje bi can ji dest dana gerrilayên PKKê nedaye. 

Li gor amarên Fermî yên Tirkiyê di destpêka operasyona di 23ê Nîsanê de bo ser li navçeyên Zap Metîna û Avaşîn 116 geriylayên PKKê canê xwe ji dest daye û 6 leşkerên wan jî di van operasyonan de hatine kuştin.

Li aliyê din Murat Karayilan Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê ragihand ku heya niha 196 leşkêrên Tirkiyê hatine kuştin û 20 leşker jî birîndar in. Herwiha di van operasyonan de 18 gerilayan jî canê xwe ji dest daye û çaranûsa 6 gerilayan jî nediyar e.

 

Rudaw

Top