• Wednesday, 26 June 2024
logo

Mezlûm Kobanî li gel generalên Amerîkî civiya

Mezlûm Kobanî li gel generalên Amerîkî civiya

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanê li gel Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn General Kenneth McKenzie û General Paul Calvert civiya.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

General Mezlûm Kobanî di wê twîta xwe de behsa naveroka civîna li gel General McKenzie û General Calvert kir û ragihand ku wan mijarên ewlehiyê û tehedayên aborî li navçeyê gotûbêj kirine

Fermandarê HSDê aşkere kir ku peyam wergirtine derbarê berdewamiya hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê û hevkariya hevbeş li dijî DAIŞê û parastin û aramiya herêmê.

 


 

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî aşkere kiribû

Ev yeke di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Amerîkayê roja 17ê Gulanê di daxuyaniyeke fermî de aşkere kir, ku ew şanda pilebilind roja 16ê Gulanê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şanda pilebilind ji Wezaretê Derve ya Amerîkayê bi rayedarên payebilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hejmarek rayedarên din ên herêmê re hevdîtin pêk anîbûn.

General Mezlûm Kobanî jî di twîttekê de ragihandibû, ku wî bi şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê, Koşka Spî û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîakyê re hevdîtin kiriye.

Mezlûm Kobanî: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojava dimînin

Mezlûm Kobanî diyar kiribû ku civîna li gel şanda Amerîkayê erênî û avaker bûye û destnîşan kiribû, “tekezî li ser mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê ji bo serkeftina temam bi ser DAIŞê de û piştgiriya li istiqrar û bihîzkirina Rêveberiya Xweser hat kirin.”

Şanda Amerîkayê berî ku serdana Rojavayê Kurdistanê bike, bi berpirsên pilebilind ên Başûrê Kurdistanê re civiyabû.

Şanda Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina civînên rasterast, bi herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anîbûn.

Şanda Amerîkî danûstandinên di navber aliyên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê girîng bi nav kiribû û hêvî kiribû ku ew alî bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin û lihev bikin.

 

Rudaw

Top