• Saturday, 29 June 2024
logo

Rêveberekî Gorran: PKKê metirsiyekî mezin bo herêma Kurdistanê ava kiriye

Rêveberekî Gorran: PKKê metirsiyekî mezin bo herêma Kurdistanê ava kiriye

Rêveberekî Tevgera Gorran ragehand, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê metirsiyek mezin bo herêma Kurdistanê ava kiriye û eger şer dixwaze bike bila biçe li bakurê Kurdistanê şer bike.

Endamê civata giştî ya Tevgera Gorran Kerîm Mexzî Qasim ji BasNewsê re ragehand, demeke dirêje PKKê çalakiyên leşkerî li herêma Kurdistanê zêde kiirne û artêşa Tirkiyê li hember wê yekê ziyanê digehîne herêma Kurdistanê.

Herwaha got, herêma Kurdistanê parçeyekî azadkirî yê Kurdistanê ye, bê guman di vê beşê Kurdistanê de hemû partî bi azadî xebata xwe ya siyasî dikin. Lê PKK metirsiyê li ser asayîşa herêma Kurdistanê ava dike. Lê herêma Kurdistanê xwedî parlamento û hikûmet û saziyên rewa ye, pêwîstiya wê bi hêzeke wek PKKê tine.

Kerîm Mexzî Qasim got, hemû partiyên rojhilatê Kurdistanê rêz li ezmûna herêma Kurdistanê digrin. Pêwîste PKK ku cîhê wê yê serekî bakurê Kurdistan e, rêz li vî beşa Kurdistanê bigre û bo berjewendiyên xwe bikar neyne. Herwaha ev beşê Kurdistanê azadkirî ye û dergûşekî arame bo kurdên herçar parçeyên Kurdistanê, divê têknede, Eger şer dixwazin ya baş ew e biçin li bakurê Kurdistanê şer bikin.

Navborî got, PKK bi dehan sale şer dike, lê ti destkeftek nekariye bidest bîne û guhertinekî bike. ‘’Tişta baş ew hêz dest ji xebata çekdarî berde û wek YNK, PDK , Gorran û partiyên din xebata siyasî û sivîl bike. Eger şer jî dike nabe ew şer di vî beşê Kurdistanê de bike. Ji ber herêma Kurdistanê şer naxwaze û pêwîstiya wê bi hebûna PKKê tine.

 

Basnews

Top