• Sunday, 26 May 2024
logo

Iraq - Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn şêxekî ereb kuştin

Iraq - Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn şêxekî ereb kuştin

Çekdarên DAIŞ li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê şêxekî ereb kuştin.

Berpirsê medyaya polîsê parêzgeha Selahedîn, Mihemed Osman ji BasNewsê re got, çekdarên DAIŞê îro danê sibê li devera El Eys ya parêzgeha Selahedîn êrişî mala şêxekî eşîra Ubeydî bi navê şêx Mecîd El Ubeydî kirin.

Wî efserê polîs da zanîn, di navbera çekdarên DAIŞê û pasewanên mala wî şêxî de şer derket, şêx Mecîd û çekdarekî DAIŞê di wî şerî de hatin kuştin.

 Basnews

Top