Li Kerkûkê li dijî îdareya sepandî ya bajêr xwepêşandan hat kirin
Hejmarek çalakvan li Kerkûkê bi bilindkirina dirûşmên li dijî îdareya sepandî ya bajêr xwepêşandan li dar xistin, beşdarên xwepêşandanê diyar kirin ku piştî 16ê Cotmehê rewşeke xirab li bajêr çêbûye.
Beşdarên xwepêşandanê destnîşan kirin ku ew ji xizmetguzariyan bêpar mane û rêjeya bêkarî di asteke bilind de ye û herwiha eşkere dikin ku îdareya bajêr hemû taxên Kurdan ji xizmetguzariyan bêpar hiştine.
Çalakvan Heval Dara dibêje: “Kerkûk bajarê herî bi pirsgirêk e, nêzîkî 4 sal e îdareya sepandî di îdarekirina vî bajarî de têk çûye.”
Rewşa ku li Kerkûkê derketiye holê, xelkê bajêr nîgeran kiriye. Li nav bajêr hemû kuçe û kolan bûne zibl û çop, xizmetguzarî jî weke pêwîst tune ye, tevî ku li ber destê îdareya bajêr 600 milyar dînar budce heye, lê taxên Kurdan ji wê budceyê bêpar hatine hiştin. Îdareya sepandî ya bajêr sedema xirabiya rewşê dixe stûyê Bexdayê, lê belê welatiyên li bajêr, îdare û rayedarên xwecihî weke berpirs dibînin.
K24