• Sunday, 28 July 2024
logo

Yekbûn: Ji bo mûzîkê hez û dilsozî divê

Gulan Media September 17, 2015 Hunerî
Yekbûn: Ji bo mûzîkê hez û dilsozî divê

Yek ji Muzîkjenên kurd ên Bakurî ku ji kevneşopiya Navenda Çanda Mezopotamyayê(NÇM) gihîştiye û bi şêwaza xwe ya herikbar û stranên xwe yên li şêwaza wî digoncivin, di dilê mûzîkhezên kurd de cih girtiye jî bêguman Yekbûn e. Yekbûnê, bi salan di Koma Çiya de xebatên mûzîkê meşandiye û piştî demek dirêj li Ewropayê bi cih bûye, lê paşê vegeriyaye axa xwe. Yekbûn niha biryar daye ku êdî ew ê li Amedê bijî û xebatên xwe li vî bajarî bimeşîne. Me li ser destpêkirina wê ya mûzîkjeniyê, salên NÇM’ê û Koma Çiya, çûna wê ya Ewropa û biryara vegera wê ya Kurdistanê pirsan jê pirsî û wê bi dilgermî bersiv dan me.

Piçûka 6 xwişk û bira dest bi mûzîkê dike

Yekbûn a ku wek gellek jinên xama temenê xwe ji me re negot, her çiqas xwe Mêrdînî bide nasîn jî, li Stenbolê çavên xwe li vê cîhana sosret vekirî ye. Piçûka 6 xwîşk û birayan di sala 1989’an de bi awayekî amatorî dest bi mûzîkê kirî ye. Piştî pêwendbûna bi NÇM’ê re di damezirandina Koma Çiya de cih girtiye û bi vî awayî noqî nav mûzîkê bûye. Yekbûnê wan salan wiha vegot: “Heta sala 1997’an ez di Koma Çiya de bi şêweyekî çalak beşdarî gelek şev, şahî, konsêrt û organizasyonan bûm. Min li Zanîngeha Marmarayê di Beşa Mamostetiya Muzîkê de, perwerdehiya deng xelas kir. Di sala 2002’yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nirwana” derketim pêşberî hezkiriyên xwe. Di vê navberê de tevlî gelek xebatên hunerî bûm. Dîsa bi mûzîk û vokalîstiyê tevlî xebatên rêzefîlmên ‘Ihlamûrlar Altinda’, ‘Esîr Kalpler’, ‘Asî’ û hin fîlmên din bûm. Li aliyê din ve min reklam û jenerîkên mûzîkan amade kirin. Min ji bo komên dansê yen muzîkên taybet muzîkan amade kirin. Li gel berhemên min, min di gelek berhemên hûnerî de muzîksazîye kir. Di sala 2007’an de bi duyemîn berhema xwe ya hunerî ya bi navê “Kejê” derketim pêşberî hezkiriyên xwe. Di sala 2013’an de, min dû albûm derxist. Yek jê ji bo zarokan ku bi navê ‘Zarok’ û yek jê jî bi navê ‘Dilop’ bi etîketa Vîn Production derketin. Îsal jî ez bi stranekê beşdarî albûma ku ji bo bîranîna helbestvan Bro Omerî ku wek xebateke komun ji alî gellek stranbêjên kurd ve û bi çêkeriya Kalan muzikê ve hate amadekirin bûm. Bi tevahî min heta niha 4 albûmên solo derxistine lê di çend projeyan de jî ez bi stranekî beşdar bûne”

‘NÇM navenda hunerê bû’

Yekbûnê, NÇM’ê ji bo çanda kurd wek navendeke grîng nirxand, da zanin ku NÇM’ê di şertên herî dijwar de jî xebatên baş kirî ye û dom kir: “NÇM, ji bo kurdên ku serê xwe bi hunerê diêşandin navend bû. Ez ji dêstpêka damezrandinê heta 1997’an di NÇM’e de xebitîm. Ev pêvajoyek pir zor bû. Ji bilî dû tembûr û daholekî tu amûrên me tune bûn; lê dîsa jî em beşdarî bernameyan dibûn. Pir caran xwediyên salonan mîkser û mîkrofon nedidan me. Piştî sê salan ûdek ket destê me û ji bo mûzîka me rengîntir bibe min xwe hînî ûd’ê kir. Tembûr, ûd, pîano, rîitm û paşê min dît ku ez di gelek beşan de bi pêş ketime. Min gellek hunermendên hoste dîtin. Dûre ez têgihîştim ku cih an jî dezgeh ne grîng e; Ya grîng dilsozî û daxwaz e. Niha tu têkiliyeke min bi dezgehan re tune lê dîsa jî hewl didim û xwe digihînim”

‘Mûzîka kurd baş nayê lêkolîn’

Hunermend Yekbûn di berdewamiya axaftina xwe de gazinan kir ku li ser mûzîka kurdî lêkolînên baş nayên kirin û diyar kir ku li gel vê yekê jî ew, kesên ku mûzîka kurdî bi dûbarekirinê rexne dikin napejirîne. Yekbûn got: “Li gor min rexneyên ku li mûzîka kurdî û hunermendan têne kirin ku goya mûzîka kurd û hunermendên wê xwe dubarê dikin pir ne rastin. Ji ber ku li ser mûzîka kurdî lêkolînên baş û zanistî nayêne kirin rexneyên wîsa têne kirin. Li pêşiya mûzîka kurdî gelek astengî hene û li gor mûzîkjenên neteweyên din derfetên me pir kêm in. Di vê rewşê de disa jî gelek berhemên xweş û nexweş jî derdikevin. Divê mirov hinek bi dilpak be. Ger ku mirov hinek lêbikole, mirov dibîne ku li her çar perçeyên Kurdistanê di mûzîkê de xebatên bêhempa û granbûha têne kirin. Wek nimûne; Mirov dikare qala Şivan Perwer, Ciwan Haco û Nîzamettîn Arîç û gellekên din ku kedeke pir mezin dane û di bergîdana wê kedê de serkeftineke mezin bi dest xistine. Ev karên ku hatine kirin karên dîrokî ne û li ba dilê min pir pîroz in”

Mirov jin be û hunermend be herkes dûr dikeve

Yekbûnê ji alî cewherî ve mûzîka kurdî nirxand û anî ziman ku mûzîka kurdî mûzîkek resen e, heta niha mûzîkjen negihîştine cewhera wê û ji ber vê yekê hê nehatiye bikaranîn. Yekbûn got: “Lê belê gelê kurd xwedî li çanda xwe derketiye, ew parastiye û berheman gihandine me. Ger ku profesyonelî bi pêş bikeve wê mûzîkjenên kurd di gellek qadan de derkevin pêş” Yekbûnê çûna xwe ya Ewropayê jî wiha vegot: “Mala min berê li Stenbolê bû û paşê ji ber ku hevjînê min nikarîbû bihata wir, ez çûm Almanyayê. Piştî ku me karê burokrasiyê çareser kir em vegeriyan Kurdistanê. Me ji mêj ve ev plan çêkiribû, lê me karî niha bi cîh bînin. Ez berê jî bi rêya bernameyan çûbûm Ewropayê, lê min tu carî jê hez nekir. Ji niha pê ve dixwazim li welatê xwe bijîm. Hêvîdarim ku ez hewceyî kesî nebim û karibim debara xwe bikim. Ji bona xebatên muzîkê kes bawer nake ku şiyana min ji nivîsandina armonî û notayên muzîkê heye. Ku mirov jin be û hunermend be herkes dûr dikeve. Wekî din aranjor li dû hev nabaş dipeyivin da ku ji hunermendan pere werbigirin. Ez qet hez nakim kû mirovan qanî bikim û bêjim ka ez binemûzîka albûma we çêbikim. Lê heke pêşniyaz hebin ezê bi kêfxweşî pişgirî bidim wan”

Huner di qontrola hizban de ye

Di dawiya axaftina xwe de Yekbunê angaşt ku li Kurdistanê huner di bin nîrê partiyan de ye, bêyî destûra partiyan hunermend nikarin albûman çêbikin û got: “Bi raya min li Kurdistanê huner di bin nîrê partiyan de ye. Li welatê me her dem şer heye û ji ber vê yekê ger ku hunermend pişta xwe bide partiyan û stranên şer bêjin wê karibin albûmekê derxînin an jî karek din bikin û derkevin pêş û bêne nasîn. Ger ku hunermendekî navdar be, dibe ku hinek şirket albûmên wî derxînin, lê ger ku ne navdar be derxisitina albûman pir zor e û divê ew bi serê xwe albûmên xwe çê bike. Min tenê albûma xwe ya yekem bi derfetên xwe derxist. Albûmên min ên din bi piştgiriya şirket an jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketin. Ji ber vê yekê ez xwe pir bi şens dibînim. Min beriya dû salan, dû albûm bi hev re derxistin û îsal jî ez bi stranek beşdarî albûma‚ helbestên Bro Omerî ya bi navê ‘Peşk’ê bûm. Ger ku derfet çebibin ez ê hewl bidim ku albûmek derxim. Berdewamiya şer peşkê li mûzîkê jî dixe, lê ez nû hatime Kurdîstanê. Hin xebatên min hene, lê di vê tevlîheviyê de ez bawer nakim ku ez ê dikaribim zêde çalak bibim”

Basnews
Top