• Sunday, 24 November 2024
logo

Filma Kurdî `Kurdistan Kurdistan` li Emerîka du xelat wergirtin

Gulan Media September 16, 2015 Hunerî
Filma Kurdî `Kurdistan Kurdistan` li Emerîka du xelat wergirtin
Filma bi navê `Kurdistan Kurdistan` bidawî bû û li Emerîka du xelat wergirtin jî.

Serleyistikvanên Film Dengbêjên Kurd Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar in. Filmê dirêj yê Kurdî bandor û hestên muzîk û muzîkjeniya Kurdî li penaberiyê û çîroka Kurdan ya derbederiyê vedibêje.

Derhênerê Film Bulent Gunduz weha zanyarî dan.

Piştî tomarkirinên me yên Tîrmeha 2014 ê li New Yorkê, meha Tebaxê li Mûşê û Sibata sala 2015 ê dîsan li Mûşê me Film bidawî anî.

Ev Fîlm çîroka mirovekî ye; Di nava penaberî, tenêtî, hesreta welat, hesreta malbatê te de careka dîtir hevdîtina Hosta(Egidî Cimo) û Şagirtê wî(Delîl Dîlanar) ya bi muzîk û kevneşopa Kurdî re vedibêje.

Wekî lêgera dermanekî ya qulingeke birîndar çîroka rêvingiyekê ye. Rewşa derûnî ya penaberiyeka piştî bîst salan vegeriyaye welatê xwe û piştre jî lêpirseke ji bo komkujiyên hîna berdewam dikin, bi destnîşaneka weha ya siyasî ve Film bidawî dibe.

Film bingeyê jandariya heyî bi `bêwelatiyê` ve girê dide.

Film dengvedana xwe ya cîhanî, di `Festîvala Filmên Cîhanî yên Montreal` beşa `Awirek li Sînemeya Cîhanê` de pêk anî. Bi her awayî serkeftî bihurî. Dîdarên biyanî wisa derbirîn ku wana herî pir bi germiya mirovan ya di film de derdikeve pêş pirhest bûne. Wekî dîtir jî di zankoya Montreal Coconcordia beşa wêjeya devkî de ji bo xwendevan û mamosteyan pêşandaneka taybet hate birêkxistin. Eve bo wê yekê pêk hat ji ber Film nirxekî bêhtir tevlî wêjeya devkî ya Kurdî dike.

Film du xelatên Festîvala Filmên serbixwe yên Los Angeles ê wergirtin. Wekî dîtir hate ragihandin ku film ji bo `Festîvala Filman ya Orlando ya Emerîka` jî hatiye pejirandin û di meha 21-25 ê meha Cotmehê dê bête pêşandan.

Film di `Festîvala Filmên serbixwe yên Los Angeles` de ev xelat wergirtin.

-Best Foreign Feature( Filmê herî baş yê biyanî yê wênedirêj)

-Best Orginal Song (Sitrana risen ya herî baş)

Derhênerê Film Bulent Gunduz ragihand ku ewana xelatek ji ya xwe diyariya Cemile ya Cizîrî ya 10 salî dikin ku hatibû qetilkirin.

Wekî dî Gunduz ragihand ku ewana xelata duyem jî diyarî wan zarokan dikin yên ku ji erd û axa xwe têne qutkirin û dibine penaber û laşê wan li keviya dikevin.

Derhêner û çîrokvanê Film Bulent Gunduz diyar kir ku ewana ji bo Filmê xwe li Ewrûpa û Emerîka li distributoran (Kes an jî saziyên Film belav bikin û di pêşkeşkirinê de, pêşandanê de, firotinê de bibin arîkar) digerin.



KURTEZANÎNA FILM

Hunermendê navdar Delîl Dîlanar di salên nota de ji ber ku di dawetekê de sitran bi Kurdî xwendiye neçar dimîne welatê xwe şûn xweve bihêle. Piştî bîst salan di konserekê de li New York ê radighîne ku dê vegerê welatê xwe.

Di firokxaneya Mûşê de her çend ji aliyê sedan kes û malbat û nasan ve bête pêşwazkirin jî xwe bi tenê hest dike. Dema geha gund, karê wî yê destpêkê, diçe ser mezelê pîrka xwe ya ku ji bo wî gelek bi nirx bû û dema ew li penaberiyê bû koça dawî kiribû. Delîl ku di rojên destpêkê de gelek xerîbî dikşîne bi ciwanên gehayî bîstsalên xwe yên di tunebûna wî de hatî dinê ve hev nasî. Malbata wî bê heya wî ji Erîvanê mamosteyê muzîkê Egîdê Cimo vedixwînine gund. Pêşwaziyeka hêjayî wî tête lidarxistin. Bi vê diyariya bavê xwe Delîlê ku piştî salan bi Mamosteyê xwe ve hevûdu dibîne êdî bi ser xwe ve tê.

Di rastî de Mamoste ji bo wê yekê hatiye da ku nipeniyekê bide şagirtê xwe yê ku pê bawere vê kevneşopê piştî wî bide berdeamkirin.

Li zozanên Serhedê digerin. Wan çavkaniyên Dengbêja wan berpalan digerin, li ser kaniyên cemidî digerin. Mamoste devê xwe nêzîkî guhê şagirtê xwe dike û dibêje `Dibe ku eve hatina min ya Serhedê hatina dawî be. Hîna jî min ew dengê derman yê di Evdalê Zeynikê de bişkivî ne bihîstiye.` Bi vê gotinê ve pey dengê lezîz dikevin. Delîl bo wergirtina nepeniya ku Mamosteyê wî bidiyê de qet ji dûv qut nabe. Dawî Delîl vê nepeniyê werdigre û dest bi sitranan dike. Lê vana tev jî ne astengin da ku Delîl bi rastiya Kurdistanê û zarokên wê yên winda rûbirû bibe. Hezkirin û hêza hunermendekî bi Muzîkê wergirtî, bi hestên têkilav yên bêwelatî, bêrîkirin û zaroktiyê ve didome û bi encamekî siyasî ve bidawî dibe.
Top