• Sunday, 28 July 2024
logo

Koçberên Şingal û Rojava di festîvala Dihokê ya fîlman de cih digirin

Gulan Media September 14, 2015 Hunerî
Koçberên Şingal û Rojava di festîvala Dihokê ya fîlman de cih digirin
Çalakiyên sêyemîn festîvala Dihokê ya navdewletî bo fîlman berdewame. Koçberên Şingalê û yên Rojavayê Kurdistanê jî wan fîlman ji xwe nabin.

Di vê festîvalê de, fîlmên biyanî zêdetir balê dikşînin. Yek ji wan sînemakaran ji welatê Argantîna ye û bi fîlmekî beşdarî vê festîvalê bûye.

Sînemakara argantînî, Fêrênsya Rowlît ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ev festival pir girîng e û pir baş dibînim. Li vir pêwendiyên pir baş dirut dibin. Bo min ezmûnekî pir baş e. Fîlma ku em pê beşdar bûne, siyasî ye û behsa 2 bûyeran dike.”

Piştî pêşandana her fîlmekî gotûbêj û rexne li ser tê kirin û rojane seminar û civînên hevbeş birêve diçin.

Jibilî sînamakaran, rojane li gorî pilana festîvalê koçberên Şingalê û Rojavayê Kurdistanê jî tên holan û fîlman dibînin. Ew dilxweş dibin û ji xwe re wêneyan digirin. Herwiha hinek fîlmên beşdar jî li ser jiyana koçberan e.

Ew festîval heta 16ê Îlonê berdewam dibe. Sînemakarên zêdetirî 40 welatên cîhanê li bajarê Dihokê di vê festîvalê de beşdar in.

Rudaw
Top