• Sunday, 24 November 2024
logo

Deşnê zarokên penaberan fêrî kurdî û îngilîzî dike

Gulan Media September 7, 2015 Hunerî
Deşnê zarokên penaberan fêrî kurdî û îngilîzî dike
Sitranbêja kurd Deşnê Murad ragihand ku ew li kampên penaberan pirtûkxaneyan vedike û zarokên penaber û koçberan fêrî zimanê kurdî (soranî) û îngilîzî dike.

Deşnê Murad piştî dûrketina ji ekranan bo demeke dirêj, îro tevlî bernameya Nû Roj a televîzyona Rûdawê bû û behsa jiyana xwe dema ku ew koçber bû û pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberan kir.

Stranbêja kurd wiha got: "Min bi xwe jî koçberî dîtiye, dema ez zarok bûm em koçber bûn û bi balafirê xwarin ji me re davêtin."

Deşnê wiha domand: "Niha ez ligel rêxistinekê pirtûkxaneyekê biçûk li kampekê vedikim, ew jî bo zarokên wan fêrî zimanê îngilîzî û kurdî bibin. Ez soz didim ku, eger rê ji min re vekirî bimîne, ezê di di nava mehekê de li hemû kampan bi vî karî rabim."

Deşnê Murad wiha got: "Bi teybetî penaberên Rojavayê Kurdistanê pir bi germî pêşwazî li min kirin, tevî ku ew di wê nexweşiyê de ne, lê dîsa bi dilxweşî pêşwazî li min kirin."

Rûdaw
Top