• Wednesday, 17 July 2024
logo

Stranbêja kurd xelateke navneteweyî stand

Gulan Media August 12, 2015 Hunerî
 Stranbêja kurd xelateke navneteweyî stand
Stranbêja kurd Baran xelata navneteweyî ya “Big Apple Music”ê wergirt.

Stranbêja kurda j Rojhilatê Kurdistanê Baran ji Rûdawê re diyar kir, ji bo ku wê xelata Big Apple Musicê standiye gelekî kêfxweş bûye û herwiha ew dê ji niha pê de zêdetir ser kare xwe bixebite.

Baran ji bo xelata wergirtî got, xewna wê ya herî mezin hat cih.

Xelata Big Apple Music ku li bajarê Hamburga Almanyayê tê dayîn, piranî ji bo hunermendên di cihanê de serkeftî yên ji Rojhilatana Navîn tê diyar kirin.

Hunermenda kurd beriya niha jî xelata “Stranbeja Ciwan a Herî Baş” standibû.

Rudaw
Top